Malbata Senyasar: Heta edalet pêk bê, em ê bêdeng nemînin
PeyamaKurd – Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar, 369 roj in berdewam dike. Malbatê îro peyamek belav kir û da zanîn: “Heta edalet pêk bê, em ê bêdeng nemînin.”
Bi sedema dawiya heftê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Malbatê, di derbarê mijarê de, li ser medyaya civakî ev peyam parve kir: “Serdestên ku welêt birêve dibin; naxwazin ku civak zane bibe, biaxive û bikeve nava liv û tevgerê. Li nexweşxaneyê komkujiyek bi serê malbata me anîn. Kiryarên komkujiyê ji hêla desthilatdariyê ve tên parastin. Heta ku edalet pêk tê, em ê bêdeng nemînin. Em ê vê nehiqûqiyê li her deverê vebêjîn.”
Di 14ê Hezîrana sala 2018an de, meriv û parastvanên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, êrîşî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kirin û di encama êrîşê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê qetil kirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 369an de berdewam kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin