Malbata Senyasar: Dayikek ji bo malbata xwe ya hatiye qetilkirin li pês edliyeyê li edaletê digere

21 May 2022 17:00 0 dîtin
Malbata Senyasar: Dayikek ji bo malbata xwe ya hatiye qetilkirin li pês edliyeyê li edaletê digere

PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar a nobeta peyameke din parve kir û diyar kir: “Edalet wê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were.”

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 439emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber dawiya hefteyê ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Sirûcê domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal banga “Edaletê” kir. 

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal gotina “Malbata Şenyaşar li edaletê digere” etîket kir û ev peyam parve kir: “Dayikek ji bo malbata xwe ya hatiye qetilkirin li pêş edliyeyê li edaletê digere. Li dijî gefa kiryarên nediyar li ber xwe dide. Niha divê ji bo edaletê li dijî hemû zext û gefan li ber xwe bê dayîn û piştevanî bê kirin. Ji ber ku edalet wê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were.”