Malbata Senyasar: Dayika min li dijî bêedaletiyê di nobetê de ye, dayika min Semî ye

12 November 2022 17:32 0 dîtin
Malbata Senyasar: Dayika min li dijî bêedaletiyê di nobetê de ye, dayika min Semî ye

PeyamaKurd – Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 614 roj in berdewam dike. 

Li gor zanyariyan, çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 614emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat li mala xwe ya li navçeya Sirûcê nobeta xwe didomîne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir û got: “Edaleta ku çar sal in qet nayê, li qesra Edaletê ya Rihayê hêrs veguherî berxwedanê. Dayika min li dijî bêedaletiyê di nobetê de ye, dayika min Şemî ye.”