Malbata Senyasar: Naxwazin vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye

16 July 2022 14:05 0 dîtin
Malbata Senyasar: Naxwazin vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye

PeyamaKurd – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 495an de ye. Malbata Şenyaşar bi peyamekê diyar kir: “Bi gotinan aramî û xweşî nayê welat. Naxwazin vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye.”

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn: “Gelê Rihayê wê qet kujerên ku hêza xwe ya siyasî bikar tînin ji bîr neke. Çar sal in zilm dewam dike. Bi gotinan aramî û refah nayê welat. Naxwazin vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye.” 

Malbat ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, li mala xwe ya li Sirûcê nobeda xwe didomîne.