Riha | Kiliçdaroglu serdana malbata Senyasar kir: Ez ê dozê bisopînin dayika min!

09 December 2021 16:03 0 dîtin
Riha | Kiliçdaroglu serdana malbata Senyasar kir: Ez ê dozê bisopînin dayika min!

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, piştî serdana xwe ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê îro 9ê Kanûna 2021ê serdana Rihayê kir û li wir çû serdana malbata Şenyaşar ku nobedariya edaletê didomînin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di serdana malbata Şenyaşar de got: “Hemû agahî li holê ne. Kes cesaret nake û gav navêje. Ez jî wek lawek te, wek birayê te ez ê vê dozê bişopînim.”     

Hêjayî bibîrxistinê ye, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an pasevan û xizmên Parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 endamên malbatê kuştibûn.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar 276 roj in li ber avahiya Edliyeya Rihayê mangirtina Nobedariya Edaletê didomînin da ku doznameya bûyerê were amadekirin û dadgeh li ser qetlîamê edaletê bicih werîne.

Malbata Şenyaşar bi pankarta xwe ya “Em edaletê dixwazin” pêşwazî li Kiliçdaroglû kir û wiha axivî: “Çiqas dozger hatin guhertin. Em zextên siyasî jî dizanin. Lê ew çi dikin bila bikin, em ê edaletê pêk bînin. Em ê ji bo xatirê vê axê her tiştî bikin. Ev xak bêhna edaletê jê tê. Ev der bajarê pêxemberan e. Em jê re dibêjin bajarê pêxemberan, lê neheqî li ser e û bêdaletî derketiye asta herî jor. Tiştek wiha çawa dibe? Pirsgirêk dê li edliyeyê çareser bibe, dadger û dozger dê werin û çareser bikin. Hemû agahiyên qetliyamê li holê ne. Kes newêre gavekê bavêje. Çima? Ji ber ku wekîlek tê de heye. Ne mebûzek heke ez serokkomar bim wê çi bibe? Birayê min edalet, edalet, edalet. Dayik dibêje ez mafê xwe yê edaletê dixwazim. Helbet zarokên wê venagerin, lê dixwaze agirê dilê wî vemire. Em ê van hemûyan pêk bînin, tu qet xem neke dayika min. Çawa ku tu vê dozê dişopînî, ezê jî wek lawek te û birayê te vê dozê bişopînim."