Malbata Senyasar: Li Rihayê dayikek ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê di roja 593yemîn de didomîne peyamek parve kir û got: “Li Rihayê dayikek ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide. Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigirin.”
Li ber Edliyeya Rihayê, çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de daye destpêkirin, di roja 593yemîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber dawiya hefteyê edliye girtî ye, çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya li navçeya Sirûcê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, hesabê Wezareta Dadê etîket kir û got: “Li Rihayê dayikek ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide. Kesên daxwaza dayikê paşguh dikin wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe bigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin