Li Rihayê pevçûna malbatan: Yek jê polîs, 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Halîliye ya Rihayê di şerê ku di navbera malbatên xizmên hev derket de, 3 kesên ku di nav wan de polîsek jî heye, bi kêrê birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, şer li Taxa Halîliyeyê li Yavuz Selim Mahallesi Açiksu Caddesi derket. Nakokiya di navbera malbatên têkildar de veguherî şer.
Ekîbên polîsan ên ku bi raporê çûn herêmê midaxeleyî şer kirin, polîsek bi kêrê ji milê xwe birîndar bû. Ekîbên Servîsa Lezgîn a 112ê 3 kesên ku yek jê bi kêrê birîndar bû rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e. Ekîbên ku li ser şer dest bi xebatê kirin 4 şikbarên ku tesbît kirin ku eleqeya wan bi bûyerê re heye desterser kirin. Li aliyê din ekîbên polîsan di lêkolîna xwe ya li herêmê de doçkayên vala dîtin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike. (Çavkanî: ÎHA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin