Li Pirsûs a Rihayê serê malbatan: 2 kustî, 6 birîndar…

20 June 2021 11:09 0 dîtin
Li Pirsûs a Rihayê serê malbatan: 2 kustî, 6 birîndar…

PeyamaKurd - Li navçeya Pirsûs ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de şerê bi çekan rû da ku di encamê de ji herdu malbatên xizmên hevdu 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn, li gundê Axwêranê yê Pirsûsê niqaşa ku di navbera du malbatên xizmên hev de derketiye veguheriya şerê bi kevir, dar û çekan.

Di encama pevçûnê de 8 kesên birîndar bûn ku 2 kes ji birîndaran bi navên H.G. û K.G li nexweşxaneyê can dan.

Li gorî çavkaniyên deverê, şer û pevçûna malbatan ji ber bikaranîna ava avdaniya zeviyên çandiniyê rû daye.