Li Rihayê di encama serê du malbatan da 2 kes hatin kustin

13 July 2020 10:42 0 dîtin
Li Rihayê di encama serê du malbatan da 2 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Di navbera du malbatê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ne, şerê çekdarî derket, 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest li taxa Kuralê endamên 2 malbatên ku dijmindarî di navbera wan da bû pevçûn.

Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn 7 kes birîndar bûn. Tîmên bijîşkî birîndar, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecikê veguhestin.

Ji birîndaran yên ku rewşa wan giran bûn, Mehmet Uysal (43) ligel yekî din ku hêj navê wî nehatiye zanîn, tevî hemî midaxeleyan ji mirinê nehatin rizgarkirin.

Li taxa Kuralê ji herdu aliyan hinek mal hatin şewitandin, ekîbên cendirmeyê tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Rihayê da hat destnîşankirin ku di encama pevçûna çekdarî da ya di navbera herdu malbatên ku berê dijmindarî di nava wan da hebû, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku welatiyên birîndar bo nexweşxaneyên derdorê kirine û wiha hat gotin: “Hêzên ewlekariyê li wê deverê tedbîrên pêwîst zêde kirine. Di encama xebatên berdewam da heta niha 21 kes hatine desteserkirin. Herwiha dest bi ser 5 keleşkof, 2 demançe û 2 tivingên nêçîrê hatine girtin. Derbarê bûyerê da karûbarê edlî û îdarî berdewam in.”