Walîtiya Rihayê: Ji bo Serê Kaniyê û Girê Spî qeymeqam hatin erkdarkirin

06 December 2019 14:30 0 dîtin
Walîtiya Rihayê: Ji bo Serê Kaniyê û Girê Spî qeymeqam hatin erkdarkirin

PeyamaKurd - Waliyê Rihayê Abdullah Erin ragihand ku ji bo kordînasyoniya bajarên Rojava yên Serê Kaniyê û Girê Spî were kirin qeymeqam hatin erkdarkirin.

Abdullah Erdin di daxuyaniya xwe de amaje kir ku ji bo kordînasyoniyê li Serê Kaniyê û Girê Spî qaymeqam hatine erkdar kirin.

Ji aliyê din ve çavkaniyeke herêmî da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne nû ye û du hefte berê ji bo herdu bajaran qaymeqam hatine wezîfedarkirin.

Waliyê Rihayê Abdullah Erin herweha eşkere kir ku dê li herdu bajaran hezên ewlekariyê bêne danîn.