Rapora NY: Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê tawanên ser têne kirin

16 October 2022 16:03 0 dîtin
Rapora NY: Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê tawanên ser têne kirin

PeyamaKurd - Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), rapora binpêkirinên li Sûriyê yên navbera 1ê Çile – 30yê Hezîrana 2022yan berî Rûniştinên Mafên Mirovan a 51emîn ên NYyê eşkere kir.

Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro ligel edamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke di civîneke rojnamevanî de rapora ku wê 22yê Îlonê li Ofîsa Cenêvê ya NYyê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan a 51emîn bikin eşkere kir.

Pinherio got, Sûriye nikare şerekî nû hilgire û li ser raporê jî da xuyakirin, li Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye.

Di raporê de li ser gef û êrîşên Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hat diyarkirin, li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tawanên şer têne kirin: “Sivîlên têne îdîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser re heye, bi awayekî kêfî têne binçavkirin, îşkence li wan tê kirin û hinek ji wan piştî ku têne binçavkirin têne windakirin. Çarenivîsa hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên têne binçavkirin û girtin jî rastî êrîşên zayendî tên.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li qadên di bin kontrola Tirkiyê de ger binpêkirinên mafan were kirin, berpirsê vê Tirkiye ye û wiha tê gotin: “Artêşa Tirk û çekdarên wê ji bo armancên xwe yên leşkerî milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji 2020î ve tê astengkirin ku şêniyên Kurd ên gundê Dawûdiyê yê herêma Serêkaniyê vegerin warên xwe, mala gelek kesên ji wan hatiye hilweşandin. Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tazmînatê yê gundiyan tune dihesibîne, ev jî tê wateya binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”

Li ser êrîşa di 8ê Çileya 2022yan de ya li Kobanê ku kesekî jiyana xwe dest dabû û 12 jî birîndar bûbûn jî di raporê de hatiye gotin, ji bo ku mirov bibêje ev êrîş di çarçoveya tawana şer de ye sedemên maqûl hene û hatiye bibîrxistin ku Tirkiye bi dronên biçek êrîş dike
û di van êrîşan de kesên sivîl jî dibin hedef.

Neteweyên Yekbûyî (NY) herwiha bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Holê werbigrin.