PDK-Sê banga rawestandina binpêkirinên çekdaran yên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê kir

13 December 2020 14:34 0 dîtin
PDK-Sê banga rawestandina binpêkirinên çekdaran yên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê kir

PeyamaKurd - Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand, komên çekdarên bi ser opozîsyona Sûriyê ve kiryarên kuştin û revandina welatiyan û guhartina demografîyê li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dikin û divê ev binpêkirin bêne rawestandin. PDK-Sê li ser danûstandinên Kurdî-Kurdî jî got, divê aliyê PYNKê jî li ser serxistina dîyalogan kar bike.

Komîteya Navendî ya PDK-Sê bi daxuyaniyekê diyar kir, wan doh 12ê Kanûnê bi serokatiya Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela û bi beşdariya endamên serkirdatiyê yên li Tirkiyê ne civiya ne û di beşeke civînê de bi taybet li ser rewşa xirab a li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê rawestiyane.

PDK-Sê ragihand: “Hin mîlîşyayên ser bi Îtîlafa opozîsyona Sûriyê ve li wan herêman binpêkirinên kuştin, revandin û eşkendana welatiyan, proseyên koçkirinê, dizî û talankirina mal û milkên xelk û proseya guhartina demgrafî dikin. Divê ev kiryarên xirap bêne rawestandin. Divê koçber û derbider vegerin ser cih û warên xwe û ew bi xwe herêmên xwe bi rê ve bibin û mîlîşyayên çekdaran ji nava bajaran bêne derxistin.”

Komîteya Navendî ya PDK-Sê li ser diyaloga Kurdî – Kurdî jî got: “Diyaloya Kurdî – Kurdî ku bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Serok Barzanî di navbera ENKS û PYNKê de tê kirin, heta niha ji encamên wê li ser nerîna siyasî ya hevbeş û pêkanîna Lêvegera Kurdî ya Bilind hatiye lihevkirin. Herwiha divê ev danûstandin bêne berdewamkirin û divê aliyê din jî (PYNK) kar ji bo serxistina wê bike.”