Diyarbekir I Di serê du malbatan de 4 kes hatin kustin, 6 jî birîndar bûn

24 February 2022 20:52 0 dîtin
Diyarbekir I Di serê du malbatan de 4 kes hatin kustin, 6 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Çinar a bajarê Diyarbekirê, li gundê Xanîkajêr di navbera du malbatên xizmên hev de li ser nakokiya eraziyan şer û pevçûn çêbû.

Li gorî zanyariyan di navbera herdu malbatan de pêşî nîqaşa devkî çêbûye û piştre pevçûna veguheriye şer û çek li hember hevdu teqandine.

Hat ragihandin ku di encama de 4 kesan can daye û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Birîndar bo nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatine veguhestin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirni.