Diyarbekir | 2 malbatan bi çekan serê hev kir: 5 kes birîndar bûn

21 December 2024 15:42 0 dîtin
Diyarbekir | 2 malbatan bi çekan serê hev kir: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li gundê Pîr Huseynê yê navçeya navendî ya Sûra Diyarbekirê, 2 malbatan bi çekan şerê hev kir ku sedem nayê zanîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên cendirme û tenduristiyê çûn gund. Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.