Li ber Edlîyeya Diyarbekirê du malbatan bi çekan êrîsî hev kir: 1 kustî, 3 birîndar

14 December 2021 18:00 0 dîtin
Li ber Edlîyeya Diyarbekirê du malbatan bi çekan êrîsî hev kir: 1 kustî, 3 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 14ê Kanûnê li pêş avahiya Edliyeyê ya Diyarbekirê, di navbera du malbatan de pevçûneke bi çekan rû da ku di encamê de kesek hat kuştin 3 jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li pêşiya Edliyeya Diyarbekirê, du malbatên neyarên hev bûn bi hev ketin û çek rakirin. Di pevçûna bi çekan de, kesekî ji wan malbatan jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku şerê malbatan ji ber nakokiyên li ser erdan rû daye û piştî pevçûnê hêzên polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û cenazeyê kesê can daye jî bo morga nexweşxaneyê hatiye veguhestin.