Li Diyarbekirê di navbera du malbatan de serê çekdarî: 7 birîndar
PeyamaKurd – Li navçeya Rezan a Diyarekirê di şerê çekdarî yê navbera du malbatan de 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, li taxa Rezan li Kolana 820emîn a 5 Nisan Mahallesi di navbera her du malbatan de nîqaşek hat kirin.
Di bûyera ku veguherî şerê çekdarî de 7 kes birîndar bûn.
Piştî ku rewş ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112an re hat ragihandin, ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. (Çavkanî: ÎHA)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin