Di encama serê di navbera du malbatan de 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li nahiya Pîremegrûn ya Silêmaniyê, di encama şerê di navbera du malbatan de, 6 kes birîndar bûn û yek ji wan can da.
Li gor berpirsê navenda hawarhatina Silêmaniyê Saman Nadir diyar kiriye, do êvarê li nahiya Pîremegrûn ya Silêmaniyê di navbera du malbatan de li ser avê şer derket û di wî şerê ku bi tiving û keviran bû, 6 kes ji her du malbatan birîndar bûn.
Herwiha berpirsê tenduristiyê da zanîn, yek ji birîndaran îro danê sibê can daye û navê wî Mihemed Ebûbekir, temenê wî jî 23 salî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin