Li Semsûrê serê malbatan: 6 kustî, 3 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Semsûr yê Bakurê Kurdistanê, du malbat pev çûn. Di encama şerê navbera malbatan de 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li gundê Doluca yê navçeya Kexta ya Semsûrê di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di pevçûna ku çek jî hatin bikaranîn de, herdu malbatan 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Parêzgerê Semsûrê Mahmut Çuhadar çûye cihê bûyerê û ragihandiye ku bûyer îro 5ê Sibatê li saet dor 16:00 qewimiye û tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê hatine wergirtin.
Derbarê sedema wê pevçûna malbatan de hîn agahiyên zelal nehatine belavkirin, lê tê texmînkirin ku ji ber eraziyan ew şer derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin