Li Rihayê ser: Komîserek hat kustin, 2 polîs jî birîndar bûn

18 May 2019 12:46 0 dîtin
Li Rihayê ser: Komîserek hat kustin, 2 polîs jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarokê Xelfetî yê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di operasyonekê de şer derket û di encamê de cîgirê komiserekî hat kuştin û 2 polîs birîndar bûn. Hat ragihandin ku di operasyonê de 2 kes jî hatine kuştin.
 
Li bajarokê Xelfetî yê Rihayê di operasyonekê de cîgirê komiserekî hat kuştin û 2 polîs birîndar bûn. Li gor daxuyaniya Walîtiya Rihayê, "li Taxa Dergili ya Xelfetî dijî endamên PKKê operasyonek hatiye kirin."
 
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku 2 endamên PKKê hatine kuştin û herweha cîgirê komiserekî hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne. Walîtiya Rihayê dibêje polîsên birîndar bo Nexweşxaneya Mehmet Akif Înan a Rihayê hatine veguhestin û rewşa wan baş e.

Cesedê du kesên din ên qezaya ferîbota Mûsilê hatin dîtin