Li Kerkûkê êrîsa çekdarî: Efserek hat kustin, 4 polîs birîndar bûn
PeyamaKurd - Li Kerkûkê xaleke kontrolê ya hêzên ewlehiyê rastî êrîşeke çekdarên nenas hat û efserekî polîs hat kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan îşev hejmarek çekdaran êrîşî ser xala hêzên ewlehiyê ya avahiyên Kobanê ya Kerkûkê kir. Li gor agahiyên destpêkê, efserekî polîsê hawarçûnê yê Iraqê hat kuştin û 4polîs jî birîndar bûn.
Di nav mehekê de, li Kerkûkê di encama êrîşên terorîstî yên ser hêzên ewlehiyê û welatiyan de, 20 efser, polîs û welatiyên sivîl hatine kuştin ku herî dawî li sînorê nehiya Sergeran a Kerkûkê, di êrîşa DAIŞê ya ser karwaneke artêşa Iraqê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin