Melayekî ji Rihayê bi kêrê êrîsî polîsê Îsraîlê kir û hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku kesekî ji bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, li Qudsê bi kêrê êrîşî polîsê Îsraîlê kir û di bûyerê de ji aliyê polîsê îsraîlê ve hate kuştin.
Polîsê Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand, “Li herêma bajarê kevin li Deriyê es-Sehire (Herod) derdora demjimêr 12:30ê kesekî hewl da bi kêrê êrîşî polîsan bike. Polîsan gule berdan û ew kes bêbanhdor kir. Li ser êrîşkar kêrek hebû.”
Hate diyarkirin ku polîsek jî ji serê xwe birîndar bûye, lê rewşa wî baş e.
Hate zanîn ku kesê êrîşkar Hasan Saklanan e û ji navçeya Eyyubiyê ya Riha ya Bakurê Kurdistanê ye. Hasan Saklananê 34 salî li gundê Kepezê yê navçeya Xelîlliyê melayê mizgeftê bû û 29ê Nîsanê jî ji ser Urdinî derbasî Îsraîlê bûye.
Li gorî zanyariyan Hasan Saklanan bi kafîleya Serokatiya Diyaneta Tirkiyê re derbasî Îsraîlê bûye û çûye Qûdsê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin