Bi kêrê êrîsî ciwanê bi cil û bergên Kurdî kirin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê xortekî ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribû rastî êrîşa komekê hat û hat lêdan.
Bûyer do êvarê li herêma pîknîkê ya Habbaniye ya navçeya Fellûce ya Enbarê pêk hat.
Ciwanê Kurd ê bi navê Huner ku rastî êrîşê hat ji K24ê re diyar kiriye, “Şeva borî em li gel çend hevalên xwe li Hebaniyê rûniştibûn. Komek ji me hatin û ji min xwestin ku ez bi Kurdî bistirêm. Dema min got ez nizanim stranan bibêjim çima tu cil û bergên Kurdî li xwe dikî? Wê demê bi şûşeya nargilê li serê min xistin û bi kêrê li min xistin. Ez rakirim nexweşxaneyê, 5 dirûn li birîna min hat danîn.”
Huner eşkere kir, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, derbarê êrîşkaran de gilî kiriye û kesek hatiye desteserkirin.
Ciwanê bi navê Huner ku xelkê Hewlêrê ye got, ev çend sal in li Felûceyê xwaringehekê bi rê ve dibe û her tim cil û bergên Kurdî li xwe dike. Huner da zanîn, berê jî ji ber cil û bergên wê êrîş li wê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin