Malbata Senyasar: Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin
PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar li ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya 899 hefte ne didome peyamek belav kir û diyar kir: “Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”
Li Rihayê Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 467emîn de didome. Ji ber ku Edliyeya Rihayê girtî ye, malbat nobedê li mala xwe ya li navçeya Sirûcê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Tirkiye dewletek hiqûqê ye. Di dewleta hiqûqê de edalet mutleq e, em ê bi berxwedanê paşve bînin. Li Tirkiyeyê heta ku dayik bigirîn, wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, xizm û parastvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14ê Hezîrana sala 2018an de li navçeya Sirûcê ya Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9ê Adara sala 2021an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin