Di 4emîn Danisîna Doza Denîz Poyraz de kesekî bi çek xwest têkeve Edliyeyê

18 July 2022 12:02 0 dîtin
Di 4emîn Danisîna Doza Denîz Poyraz de kesekî bi çek xwest têkeve Edliyeyê

PeyamaKurd – Di 4emîn Danişîna Doza Denîz Poyraz de, kesekî bi çek xwest têkeve Edliyeya Îzmîrê.  

Çaremîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz a ku di êrîşa ser baregaha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 18ê Tîrmeha 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê tê li dar xistin.

Hat zanîn ku di kêliya wê danişîn destpê bikira, kesek di deste wî çek hebû xwest têkeve edliyeyê û wî kesî li ber edliyeyê çeka xwe kişandiye û gotiye: “Ez ê we hemûyan gulebaran bikim.” 

Herwiha hat ragihandin ku kesê bi çek, piştî kêliyekê hat desteserkirin.