Dadgeha Tirk cezayê kujerê keça Kurd Denîz Poyraz eskere kir

27 December 2022 18:47 0 dîtin
Dadgeha Tirk cezayê kujerê keça Kurd Denîz Poyraz eskere kir

PeyamaKurd – Di rûniştina 7an a doza kuştina endama HDPê ya Îzmîrê Denîz Poyraz de, dadgehê biryara xwe ya bo kujer Onûr Gencer êşkere kir. Dadgehê cezayê girankirî yê heta hetayê û 9 sal li ser kujer Onûr Gencer sepand.

Di danişîna 7emîn a doza kujerê Denîz Poyraz a li Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê birêve çû de, gengeşî derket û heyeta dadgehê parêzer nexistin hûndir.

Ji ber ku dadgehê têkiliyên kujer Gencer ku kesên ew êrîş pê dane kirin dernexist holê û di dozê de tenê kujerê nijadperestê Tirk hat sizadan, ji aliyê parêzeran, hevserokên HDPê û serokên baroyên bakurê Kurdistanê ku li ber dadgehê civiyabûn bertek hat nîşandan û daxwaza derxistina rastiya bûyerê hat kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku doza kujerê Denîz Poyraz dişopand got: “Herî dawî di doza malbata Dedeogûllari ya li Konyayê de tiştek wiha qewimî. Cinayeta li vir û li wir şirîkên hev in. Me got têkiliyan derxin holê û lêkolîn bikin. Lê 7 caran cezayê girankirî li kujer birîn. Ev sed sal in em vê yekê re rûbirû ne. Mixabin dema ku kurd dibin mijar her tim daraz bi cotstandiyê tevger dike. Helbet wê rojekê têkiliyên qirêj ên vê cînayetê derkevin holê. Ew roj nêz e.”  

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar jî li ber dadgehê diyar kir ku darazeke ku dawiya wê trajîk e diqewime û mafê sereke yê parêzeran hatiye binpêkirin û got kes nikare heqîqetê bincil bike.  

Dadgeha Îzmîrê ji tawan “kuştina plankirî ya bi qestî” cezayê heta hetayê yê girankirî, ji tawana “xisar dayîna mal û milk” 4 sal ceza, ji tawana “destnedayîna xanî” 2 sal ceza, ji tawana “muxalefeta li dijî qanûna çekên gule berdidin” jî 3 sal cezayê girtîgehê li ser Onûr Gencer sepand.