Dadgeha Duhokê, sizayê darvekirinê da kujerê bab û keça Êzdî!
PeyamaKurd- Dadgeha Duhokê, ji bo doza Farûq Mîrza Xelef û keça wî Axîn a 6 salî ku Kurdên Êzdî bûn, civiya û di derbarê kujerê bav û keça wî de biryara darvekirinê da.
Li gorî agahiyên ku ji Dadgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, di rûniştina doza ku îro li ser kuştina bab û keçê dihat dîtin de biryar hatiye dayîn û hat ragihandin ku ji bo kujerê Axîn û babê wê, sizayê darvekirinê hatiye dayîn.
Kurdekî Êzdî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî Axîn ku hîn di 6 saliya xwe de bû, di 4ê Tebaxa 2022yan de li Gundê Hesen Reşo yê ser bi navçeya Zaxoyê ve wenda bûbûn û piştî 4 rojan, şeva 8ê Tebaxê ji aliyê polîsan ve termê Farûq Mîrza li taxa Bêdarê ya Zaxoyê, di nav baxekê de hatibû dîtin, termê Axîn Farûq jî di 11ê Tebaxê hatibû dîtin.
Farûq Mîrza yê ku di sala 2014an de piştî êrîşên terorên IŞÎDê koç kiribû, li Kampa Çemişko ya li navçeya Zaxoyê jiyana xwe berdewam dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin