Doza qetilkirina keça Kurd Denîz Poyraz hat taloqkirin
PeyamaKurd – Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Izmîrê, doza qetilkirina keça Kurd Denîz Poyraz ku di encama êrîşa ser baregaha HDPê ya Izmîrê de hatibû kuştin, taloqî 24ê Çileya 2022an kir û kujerê Poyraz yekem car derket pêşberî dadgehê.
Li gor zanyariyan, doza darizandina Onur Gencerê kujerê keça Kurd Denîz Poyraz, do Çarşemê 29ê Kanûna 2021ê li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Izmîrê birêve çû.
Di rûniştinê de, ji xeynî malbat û kesûkarên Denîz Poyraz û parêzerên dosyeyê, Hevseroka HDPê Pervin Buldan, hejmarek berpirsên HDPê û rêxistinên jinan amade bûn.
Dadgehê, piştî navberê bêyî ku parêzer biaxivin doz taloqî 4ê Çileyê kir, lê parêzeran ji bo 4ê Çileyê îtîraz kirin û piştî gotûbêjan doz taloqî 24ê Çileya 2022an kirin û biryar hat dayîn doz li Kampusa Girtîgeha Şakranê ya li Îzmîrê bê kirin.
Onur Gencer ê 27 salî di 17ê Hezîrana 2021ê, di saet 11:05an de li bajarokê Konakê, êrîşî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin