Parlamenterê CHPê: Dîplomeyên sexte yên hin rayedarên payebilind hene

17 March 2023 13:33 0 dîtin
Parlamenterê CHPê: Dîplomeyên sexte yên hin rayedarên payebilind hene

PeyamaKurd – Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Alî Mahîr Başarir diyar kir, dîplomeyên sexte yên hin rayedarên payebilind hene.

Alî Mahîr Başarir ji Ebru Birçak Edebalî re hûrgiliyên skandala dîploma sexte got; "dîploma wek çayê, ji gelek navên naskirî re tên xwestin."

Basarir da zanîn, "Di nav wan de parlementerên Osmaniye, parlementerên Enqereyê jî hene. Sekreterê Giştî yê Lijneya Teftîşê ya Serokatiyê Necdet Ada heye, Serokê Daîreya Parastina Serokomariyê Osman Çangal heye, Şêwirmendê Wezareta Tenduristiyê Gokhan Biçkur heye..."

Herwiha Başarir destnîşan kir, kesên di nav wan de pêşkêşvan Erkan Tan ê ku bi dirûşma "Mehterî bide" navdar bû, bêyî têkeve ezmûnê jî bûn xwedî dîploma.