Parlamenterê berê yê CHPê girtin

29 June 2018 20:17 0 dîtin
Parlamenterê berê yê CHPê girtin

PeyamaKurd - Eren Erdemê Parlamenterê CHPê yê berê li Enqereyê hat binçavkirin, birin Stenbolê û hat girtin.

Erdem li Enqereyê binçav kirin û bi rêbejê sewqî Stenbolê kirin û anîn Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê.

Erdem li vê derê derxistin Hakimtiya Cezayê Giran a 35an a Stenbolê û dadgehê der heqê wî de biryara girtinê 
da.

Der heqê Erdem de bi hinceta "her çiqasî endamê rêxistina terorî nebe jî bi zanatî û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê" doz hatibû vekirin û ji bo vê ji 9,5 salan hetanî 22 salan ceza hatibû xwestin.

Eren Erdem wekî namzedê parlamenteriyê nehatibû nîşandan, bi hinceta hewla revîna dervayê welêt li balafirgehê rêya wî hatibû birîn, ji ber îhtimala revînê der heqê wî da biryara derdestkirinê hatibû dayîn.

Dadgeha Cezayê Giran a 35an ya Stenbolê daxwaza serdozgeriyê nirxand û biryar da ku Erdem were derdestkirin.

Erdem li gor vê biryarê li Enqereyê hatibû binçavkirin û îro ber destê sibê jî anîbûn Stenbolê.