Parlamenterê berê yê HDPê bi biryara dadgehê hat girtin
PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê ji HDPê Behcet Yildirim, piştî binçavkirina 9 rojan îro derket pêşberî dadgehê û biryara girtina wî hat dayîn.
Parlamenterê berê yê HDPê Behcet Yildirim 3yê Mijdarê de, bi hinceta dozeke li ser 'endamtiya rêxistinê' di encama serdegirtina polisan a mala wî de hatibû binçavkirin.
Yildirim piştî binçavkirina xwe ya 9 rojan îro 11ê Mijdarê derket pêşberî dadgehê û dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina wî derxist.
Piştî biryarê Behcet Yildirim bo Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T ya Rihayê hat veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin