Parlamenterê berê yê Rihayê hat girtin

12 March 2023 11:30 0 dîtin
Parlamenterê berê yê Rihayê hat girtin

PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê yê bajarê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, li ser biryara Dadgeha Bilind roja Şemiyê hat girtin û bo Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat veguhestin.

Hat diyarkirin ku Îbrahîm Bînîcî, li mala xwe ya li Enqereyê hatiye desteserkirin û ew birine Rêveberiya Polîsan a navçeya Çankayayê.

Hat zanîn ku Bînîcî ji ber axaftineke xwe ya sala 2013an a li navçeya Wêranşar a Rihayê ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve bi salek û 18 meh cezayê girtîgehê hatibû sizadan û ew siza jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pesendkirin ku ji ber wê hatiye girtin.

Îbrahîm Bînîcî, berê jî 9 mehan ji Doza Kobanî girtî mabû û piştre 26ê Hezîrana 2021yan hatibû berdan.