Turkan Elçî: 'Armanca me bi dengê wijdan û edaletê avakirina dinyayekê ye '
PeyamaKurd - Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan ku ji aliyê keça wî û hevsera wî Turkan Elçî ve hatiye damezirandin îro 13ê Nîsanê bi merasîmekê li Diyarbekirê dest xebata xwe kir.
Di merasîma vekirinê de sînevizyonê jiyan û serpêhatiya Tahir Elçî hat pêşandan û piştre jî Seroka Weqfê hevsera Tahir Elçî, Turkan Elçî axaftinek kir.
Elçî diyar kir, wê û keça xwe ji bo êş û kîn veneguheze nefretê û ji bo hembêzkirina hemû beşên civakê bi malbatî biryar dane weqfê damezirînin.
Turkan Elçî got ku ew ji helwesta xwe ya mabûna ligel mezlûman venagerin û destnîşan kir, “Ya ku dihêle ew di sekna xwe de bi israr bin, doza Tahir ya li cem xwedan heqan û gelê Kurd e.”
Turkan Elçî wiha domand: “Armanca me bi çanda xweşbîniyê ya ku xwe bigihîne her cure mirovan û dengê wijdan û edaletê avakirina dinyayekê ye.”
Tahir Elçi İnsan Hakları Vakfı açılış resepsiyonu - Türkan Elçi’nin açılış konuşması... https://t.co/saeWpFeJ40
— Tahir Elçi Vakfı (@TahirElciVakfi) 13 Nisan 2019
Serokatiya weqfê hevsera Tahir Elçî, Turkan Elçî bi rê ve dibe û di nav desteya rêveberiyê de parêzer Orhan Kemal Cengiz, Erkan Şenses, Mursel Ekici, Cihan Ulsen, Mahsun Bati cih digirin.
Armanca Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan ew e ku li dijî hemû cure tundiyê be û hewl bide pirsgirêkên civakî û siyasî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Di heman demê de dê têkoşîna Elçî ya mafên mirovan bidomîne.
Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Tahîr Elçî roja 28ê Mijdara 2015aan de li ber Minareya Çarling a Amedê dema daxuyaniyeke li dijî şer dida hatibû kuştin. Heta niha jî kujerên Elçî nehatine eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin