Ahmet Turk: Dibe ku ji bo pêvajoyeke nû gav bên avêtin!
PeyamaKurd- Namzedê DEM Partiyê yê hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, li ser egera destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê got ku ne hêsan e lê dibe ku gav bên avêtin.
Turk di bernameya televizyona KRT ya Tirkiyê de li ser mijarên rojevê û vekişîna Başak Demirtaş ji namzediya hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê axivî.
‘Vekişîna Başak Demirtaş helwesteke rast bû’
Turk li ser vekişîna ji namzediyê ya hevjîna Selahattîn Demirtaş got: "Bi ya min helwesta Başak Demirtaş rast bû. Helwestüeke xwedîderketina li partiyê nîşan da. Li vir ya girîng, peyama derxistina namzedan li her deverên Tirkiyeyê bû.”
‘Ne hêsan e lê dibe gav bên avêtin’
Li ser pirsa îhtimala destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî Ahmet Turk got: “Ne hêsan e, lê dibe ku ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Ev têkoşîna me ji bo derxistina holê ya çareseriyekê ye.”
Turk da zanîn, "Bi hizra min pêkhatiya Kurdan hembêz bike, xwedîtiyê li maf û azadiyên wan bike ne CHP ye. Li ser înkara kurdan siyaset kiriye. Heke niha kurd dûrî CHPê ne sedemên wê hene."
Pirsa Qeyûman: Em dixwazin bi hilbijartinê nerazîbûna gel derxin holê
Turk herwiha li ser egera ku car din qeyûm li ser şaredariyan bên tayînkirin jî diyar kir: “Dibe ku qeyûman tayîn bikin, lê ji bo me ya girîng derxistina holê ya nerazîbûna gel e. Helbet jî em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin. Em girîngiyê didin rêveberiyên herêmî. Îro li welatekî hiqûq û edalet tune be her tişt dikare bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin