Joe Biden dibe namzedê Serokatiya Amerîkayê: "Serok dilniya be, em ê dewleta kurdan bibînin"
PeyamaKurd –Tê gotin ku Joe Biden ê ku di dema Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama de cîgirtiya serokatiya Amerîkayê kiriye, biryar daye ku bibe namzedê Serokatiya Amerîkayê.
Çavkaniyên nêzîkî Joe Bidenî ji medyaya amerîkî re axivîne û diyar kirine ku Biden ji bo namzedbûnê hemû amadekariyên xwe temam kirine.
Li gorî nûçeyên, tê gotin ku Joe Biden, 'tekane namzedê demokrat e ku dikare li dijî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi ser bikeve û partiye bide ser hev.’
Di gulana 2015an de Serok Mesûd Barzanî serdana Amerîkayê kiribû û bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re hevdîtinek pêk anîbû. Di wê hevdîtinê de Jo Bidenî ji Serok Barzanî re gotibû, “Cenabê Serok, dilniya be. Temenê me herduyan jî wê têrê bike, em ê dewleta kurdan bibînin.”
Ev daxuyanî wê demê di medyaya cîhanê de gelek deng vedabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin