Niyeta Biden heye ku car din bibe namzedê Amerîkayê

23 October 2022 01:30 0 dîtin
Niyeta Biden heye ku car din bibe namzedê Amerîkayê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku niyeta wî heye di hilbijartinên sala 2024an de bibe namzedê serokatiya Amerîkayê. Biden di televizyona MSNBC de di hevpeyvîna xwe de li ser hilbijartinên sala 2024an axifî. Biden weha got:

“Min, hêj bi fermî biryara xwe nedaye. Lê niyeta min ew e ku ez car din bikevim hilbijartinê. Ji bo biryarê bidim hêj wexta min heye.”