Biden: Hilbijartinên Dewletên Yekbûyî wê bibe "serdemek ceribandinê"

16 July 2024 11:03 0 dîtin
Biden: Hilbijartinên Dewletên Yekbûyî wê bibe "serdemek ceribandinê"

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniya xwe ya doh Yekşemê de piştî hewla kuştina hevrikê xwe yê Komarxwaz banga "kêmkirina rageşiyê" kir û got ku hilbijartinên Amerîkayê piştî gulebarana Donald Trump wê bibe "dema ceribandinê".

Biden di axaftina xwe ya li Ofîsa Oval a Qesra Spî de bal kişand ser wê yekê ku divê siyaset nebe qada kuştinê û got, "Ez dixwazim îşev bi we re li ser pêwîstiya kêmkirina rageşiya di jiyana me ya siyasî de biaxivim."

Biden got, "Em hemû di serdemeke ceribandinê re derbas dibin her ku hilbijartin nêzîk dibin. Metirsî çiqas zêde bibe, hest jî ew qas bi coş in. Baweriyên me çiqasî xurt bin jî, divê em ti carî rê nedin ku ew veguherin şîdetê (... ) Dem dema arambûnê ye."