Ji sedî 85ê wan di heman fikrê de ne: Gelo Gronlandî dixwazin besdarî Dewletên Yekbûyî bibin?
PeyamaKurd – Piştî ku ji sedî 85 ê Gronlandiyan li dijî girêdana girava wan bi Dewletên Yekbûyî re derketin, ev encam berevajî îdiaya Donald Trump e ku dibêje gelê Gronlandî "dixwazin bi me re bin."
Daxuyaniyên balkêş ên Donald Trump berdewam dikin.
Trump bang li DYA kir ku axa Danîmarkayê ya nîv-xweser têxe bin kontrola xwe.
Piştî vê bangê, anketek nû nîşan dide ku ji sedî 85ê Gronlandiyan naxwazin girava wan bibe beşek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Trump roja Şemiyê axivî û got: "Ez difikirim ku em ê wê bigirin" û îdîa kir ku 57,000 niştecîhên girava Cemsera Bakur "dixwazin bi me re bin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin