Biden: Pêwîstiya me bi agirbesteke li Xezzeyê heye

29 October 2024 10:05 0 dîtin
Biden: Pêwîstiya me bi agirbesteke li Xezzeyê heye

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden diyar kir ku ji bo pêvajoya muhtemel a agirbestê ya li Xezzeyê xebatên wan didomînin û got, “Pêdiviya me bi agirbestê heye. Divê ev şer bi dawî bibe.”

Biden piştî dengdana zû li bajarê xwe Wilmington, Delaware, bi endamên çapemeniyê re rojev nirxand.

Joe Biden diyar kir ku ew li ser pêvajoya muhtemel a agirbesta li Xezzeyê xebatên xwe didomînin û got, “Pêdiviya me bi agirbestê heye. Divê ev şer bi dawî bibe.”

Rêvebiriya Biden ku ji ber piştgiriya wê ya bê şert û merc ji Îsraîlê re bi tundî tê rexnekirin. Tê meraqkirin ku ew ê di hilbijartinan de çawa bimeşe û wêneyek çawa derkeve holê, nemaze li eyaleta Michigan ku Misliman û Erebên Amerîkî lê dijîn.