Amerîka ji bo Xezzeyê agirbesteke 28 rojî pêsniyar dike
PeyamaKurd – Di civînên ku li Dohaya paytexta Qatarê hatin lidarxistin de, Rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns diyar kir ku welatê wî li ser pêşniyara agirbesta 28 rojî ya li Xezzeyê bi tîma muzakereyên Îsraîl û Qeterê re gotûbêj kiriye.
Li gorî agahiyên li ser 3 rayedarên Îsraîlê Burns bi rayedarên Îsraîlî û Qeterê re li ser pêşniyara berdana 8 rehîneyên ku di 7ê Cotmeha 2023an de hatibûn revandin, li beramberî berdana bi dehan girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de, nîqaş kir.
Ji aliyê din ve Îsraîl ragihand ku ew ê pêşniyareke nû ya yekgirtî ku hemû pêşniyarên berê di nav xwe de dihewîne, bi berçavgirtina hemû mijarên girîng ên girêdayî guhertin û pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj bikin.
Hikûmeta Îsraîlê jî diyar kir ku wê di rojên pêş de danûstandinên navbeynkar ji bo lihevkirina bi Hamasê re berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin