YE: Pêwîstiya me bi agirbesteke lezgîn li Xezzeyê heye

10 August 2024 12:32 0 dîtin
YE: Pêwîstiya me bi agirbesteke lezgîn li Xezzeyê heye

PeyamaKurd — Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di daxuyaniya xwe ya derbarê hewldanên DYA, Misir û Qeterê yên ji bo jinûve destpêkirina muzakereyên agirbesta li Xezzê de got: “Pêdiviya me bi agirbesteke lezgîn li Xezzeyê heye. "Ev yekane rê ye ji bo rizgarkirina jiyanan, vegerandina hêviya aştiyê û misogerkirina vegera dîlan."

Ewropa piştgiriya banga hevpar a ji bo Îsraîl û Hamasê ya ku ji aliyê Serokê DYA Joe Biden, Serokê Misirê Abdulfetah El Sîsî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî ve hatiye kirin, didomîne.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de têkildarî banga her sê lîderan a ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyên agirbesta li Şerîda Xezzeyê di 15ê Tebaxê de li Doha û Qahîreyê got:

“Pêdiviya me bi agirbesteke lezgîn li Xezzeyê heye. Ev yekane rêya rizgarkirina jiyanan, vegerandina hêviya aştiyê û misogerkirina vegera dîlan e. Ji ber vê yekê ez bi xurtî piştgirî didim hewldanên Amerîka, Misir û Qeterê yên ji bo bidestxistina aştî û aramiya ku li herêmê hewce dike.”