Serokwezîrê Hollandayê Schoof banga agirbesteke lezgîn ji bo Xezzeyê kir

21 August 2024 09:27 0 dîtin
Serokwezîrê Hollandayê Schoof banga agirbesteke lezgîn ji bo Xezzeyê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Holanda Dick Schoof di daxuyaniya xwe ya ji Xê de diyar kir ku bi Netanyahu re bi telefonê li ser rewşa mirovî ya li Xezzeyê axivîn.

Schoof diyar kir ku pêşîgirtina li zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn jiyanî ye û got, "Divê çerxa tundî û tolhildanê were şikandin."

Schoof bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e alîkariyên mirovî zêdetir bigihêjin xelkê Xezzeyê û got, “Agirbesta bilez li Xezzeyê, azadkirina dîl û lihevhatinek ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên zêdetir ku bikarin bê astengî bigihêjin gelê mexdûr ên Xezzeyê, pêwîst e.”

Schoof diyar kir ku Hollanda piştgiriyê dide hemû hewldanên ji bo agirbestê.