Rutte: Dem hatiye ku meriv derbasî zihniyeta dema ser bibe

13 December 2024 14:28 0 dîtin
Rutte: Dem hatiye ku meriv derbasî zihniyeta dema ser bibe

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte hişyarî da ku ji bo amadekariya gefên mihtemel ên pevçûnê yên bi Rûsyayê re têra xwe lêçûn nayên kirin û diyar kir ku “Dem hatiye ku meriv derbasî zihniyeta dema şer bibe.”

Rutte got, “Moskow, xwe ji bo şerekî demdirêj ê bi Ûkrayna û me re amade dike” û rewşa heyî wekî ya herî xirab bi nav kir a ku wî di tevahiya jiyana xwe de dîtiye.

Rutte got, “Em ne amade ne ji bo tiştên ku em ê di nav 4-5 salan de pê re rû bi rû bimînin” û bang li welatên endam kir ku lêçûnên tûrbo yên parastinê lez bikin.