SANA: Balafira Tirkiyê ji ber ku derbasî asmanê Sûriyê bûye hatiye xistin

01 March 2020 16:47 0 dîtin
SANA: Balafira Tirkiyê ji ber ku derbasî asmanê Sûriyê bûye hatiye xistin

PeyamaKurd - Îro piştî nûçe û îdiayên ku balafireke şer a Sûriyê hatiye xistin, hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku wan balafireke bêpîlot a Tirkiyê xistiye xwar.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê berevajî îdia û nûçeyên medya tirk ragihand, ew balafira li Idlibê ketiye xwarê firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê ye û ji aliyê wan ve hatiye xistin, ji ber ku derbasî asmanê Sûriyê bûye.

Li gorî SANayê asmanê herêma bakurê rojavayê Sûriyê li pêş her cure balafir û firînan hatiye girtin û her balafira bifire wê wek ya dijminan bê xistin.

Balafira ku li Idlibê hatiye xistin ya kîjan hêzê ye?