Ahmet Davutoglu ji bo pistgiriya Ahmet Turk dê bê Mêrdînê
PeyamaKurd – Ekrem Îmamoglu û Ahmet Davutoglu dê bên Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin Ahmet Turk ê hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê, yê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin. Îmamoglu dê îro bê Mêrdînê û Davutoglu jî sibê (17ê mijdarê) serdana Turk bike.
Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve 4ê mijdarê cara 3yemîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û her weha bo ya Batman û navçeya Xelfetiya Rihayê hate kirin, bertekên li hemberî qeyûm û serdanên piştgiriyê yên bo Ahmet Turk dewam dikin. Piştî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglû dê sibê serdana Ahmet Turk bike.
Ahmet Turk dê sibê li balafirgehê Îmamoglû û heyeta TBByê ya pê re pêşwazî bike. Piştî pêşwaziyê dê biçin Qesro Qenco ku mala Ahmet Turk lê ye.
Piştî serdana Ekrem Îmamoglû bi rojekê sibê Serokwezîrê berê û Serokê Partiya (Gelecek) Pêşerojê Ahmet Davutoglu dê serdana Mêrdînê bike. Hat zanîn ku Davutoglu di çarçoveya serdana xwe ya ji bo piştgirîkirina li dijî qeyûman, li otêlê dê bi Ahmet Turk re hevdîtinê pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin