Ahmet Turk mazbataya seroktiya saredariya Mêrdînê wergirt

03 April 2024 16:48 0 dîtin
Ahmet Turk mazbataya seroktiya saredariya Mêrdînê wergirt

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku di hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariya Mêrdînê de cara sêyem bi ser ket, îro Çarşemê mazbataya xwe ya seroktiya şaredariyê ji Lijneya Hilbijartinan a Mêrdînê wergirt û dest bi kar kir.

Turk ê ku ji DEM Partiyê bûbû namzedê şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê serdema borî ji erka xwe hatibû dûrxistin û li şûna wî parêzgarê Mêrdînê wekî qeyûm hatibû tayînkirin.

Ahmet Turk piştî ku mazbataya xwe wergirtin ji bo piştgiriya Abdullah Zeydanê mafê wî yê şaredariyê bi biryara dadgehê jê hatiye wergirtin ber bi bajarê Wanê ve bi rê ket.