YSKê mazbataya seroktiya saredariya Wanê da Abdullah Zeydan
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) bi rojeva îtiraza DEM Partiyê ya li ser hilweşandina seroktiya şaredariya Wanê ya Abdullah Zeydan civiya.
Li gorî zanyariyan di civîna îro 3yê Nîsanê danê êvarê de, Desteya Bilind a Hilbijartinan biryar da ku Abdullah Zeydan şaredarê hilbijartî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ye.
Parlamenterê DEM Partiyê û Nûnerê Partiyê li YSKê Mehmet Rüştü Tiryaki ragihand, "Biryar hate dayîn ku mazbata bo Abdullah Zeydan bê dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin