Ahmet Turk: Li Tirkiyeyê di navbera saredariyan de cihêkarî heye
PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk got ku li Tirkiyeyê di navbera şaredariyan de cihêkarî heye.
Di civîna çapemeniyê ya îro (24.05.2024) de Ahmet Turk diyar kir ku li Tirkiyeyê cihêkarî di navbera şaredariyan de heye û hin saziyên çapemeniyê jî bi parvekirina agahiyên şaş li ser vê mijarê piştgiriyê didin pergala qeyûman.
Turk da zanîn ku wan bi îradeya gel berpirsyarî girtine ser milê xwe û destnîşan kir ku wan her cure agahî bi awayekî zelal bi çapemeniyê re parve kirin.
Ahmet Turk bang li çapemeniya Tirk kir ku bi wijdanî tevbigerin û diyar kir ku ji ber tiştên li dijî wan tên kirin ew ê dev ji berpirsyarî û xizmetên xwe bernedin.
Ahmet Turk anî ziman ku qeyûm xeletî kirine û gelek dosyayên neşefaf li pey xwe hiştine.
Di rûniştina 83. a Doza Kobaniyê ya 16ê Gulanê de li Ahmet Turk 10 sal cezayê girtîgehê birîn.
Ahmet Turk di hilbijartinên dawî yên rêveberiya herêmî de bû namzetê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ji bo şaredariya Mêrdînê. Bi wergirtina piraniya dengan şaredarî bi dest xist.
Turk di hilbijartinên 2014 û 2019an de wek şaredarê Mêrdînê hatibû hilbijartin, lê di herdu hilbijartinan de qeyûm hat tayînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin