Ahmet Turk mazbataya xwe stand: Emê sefaf û adil bin...

15 April 2019 14:23 0 dîtin
Ahmet Turk mazbataya xwe stand: Emê sefaf û adil bin...

PeyamaKurd – Hevşaredarên Mêrdînê yên di hilbijartinên 31ê Adarê de ji HDPê bi ser ketibûn, Ahmet Turk û Figen Altindag piştî du hefteyan mazbataya xwe ya şaredariyê wergirtin.

Ahmet Turk di hilbijartinên şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê de ji sedî 56,24ê dengan wergirtibû, lê AKPê serî li YSKê dabû ku mazbatayê bi hinceta ku ‘Ahmet Turk kal bûye û nexweş e’ bidin wan.

Ahmet Turk û hevşaredara duyem a Mêrdînê Figen Altindag piştî du hefteyan îro duşemê mazbatayên xwe yên dest bi kar kirinê wergirtin.

Ahmet Turk got, ew dê di karê şaredariyê de ‘şefaf û adil bin’ û da zanîn, ew dê bi hemû karîna xwe karê xwe bi awayekî herî baş bikin.

‘ÎRO ÎRADEYA GEL TECELÎ KIR’

Turk bal kişand ser ku 3 sal berê qeyûm ji bo şaredariya Mêrdînê hatiye tayînkirin û wiha pê de çû: “Îro ew roj e ku îradeya gel careke din tecelî kiriye. Em hemû xebatên ji gel re ragihînin. Em ê ti carî heqê kedkarên xwe nexwin.”

Turk herwiha destnîşan kir ku ew wekî partiyeke siyasî mafê wan heye sererastkirinê di kadroyên pilebilind de pêk bînin.

HEVŞAREDARÊN ÎDIRÊ JÎ MAZBATA STANDIN

Herwiha îro 15ê Nîsanê li bajarê Idirê jî mazbatayên şaredarên HDPê hatin dayîn ku hevşaredarên Îdirê Eylem Çelik û Yaşar Akkuş dema wergirtina mazbatayê dane xuyakirin ku ew dê bibin hevşaredarên Azerî, Kurd, Tirk û Terekemeyan hemûyan û hişmendiyeke demokratîk û şefaf karê şaredariyê bikin.