Nivîskarê nêzî AKPê bersiva îdiayên hevdîtina bi Ocalan re da!

28 April 2023 18:31 0 dîtin
Nivîskarê nêzî AKPê bersiva îdiayên hevdîtina bi Ocalan re da!

PeyamaKurd – Di çend rojên dawî de, di medyaya opozîsyona Tirkiyê ya nêzîkî Tifaqa Milet de, îdiayên ku deshilata AK Partiyê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike, têne belavkirin. Herwiha Selahattîn Demirtaş jî ji girtîgeha Edirneyê ragihandiye ku ‘Erdogan şandek şandiye Îmraliyê’.

Heta niha li ser van îdiayan ji hikûmeta Tirkiyeyê û berpirsên AK Partiyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Li ser mijarê nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî ku nêzîkî Erdogan û hikûmetê ye, îro 28ê Nîsanê nivîsek nivîsî û got, opozîsyon bi ser îdiayên hevdîtinên bi Ocalan re operasyonê li ser deshilata AK Partî û Tifaqa Cumhur dike.

Selvî li ser van îdiayan û gotinên Selahattin Demirtaş dibêje; “Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daye xuyakirin ku hevdîtina bi Îmraliyê re derew e. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê. Yek; Ji wê demê ve jî ti kes neçûye. Du; Piştevaniya Ocalan hilbijartinê nade qezenckirin, lê berevajî wê dide windakirin. Nameya Ocalan di hilbijartinên herêmî de zirar da.”

Herwiha Selvî di nivîsa xwe de dibêje ku serkirdeyên PKKê yên Qendîlê û HDP/YSP bi awayê eşkere piştgiriya Kilicdaroglu di hilbijartinên serokomariyê de dikin û daxuyaniyên wan bibîr xistin.

Di dawiyê de Abdulkadîr Selvî diyar kiriye, “Ji bo ku berê dengdêrên Kurd ên dengê xwe nadin Kilicdaroglu  bikişînin aliyê wî, bi ser Ocalan de operasyonê dikin.”