Buldan: Gelê me dizane bê namzedê herî demokrat kîjan e!
PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna Desteya Şêwirmendiyê ya HDPê de ku li Stenbolê hat lidarxistin de, bersiva pirsa ‘Ew dê piştevaniya kîjan namzedê serokomariyê bikin?’ da.
HDPê beriya niha ragihandibû ku ew dê namzedê serokomariyê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê dernexin, lê navê namzedê ku piştevaniya wî bikin jî eşkere nekiribû.
Pervîn Buldan li ser pirsê bêyî ku navê namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu bilêv bike diyar kir ku ew mijar bi berfirehî di nav partiyê de hatiye nirxandin û got: "Niha kîjan namzed yê herî demokrat be ango bi ya min mirovên me û gelê me dizane kî ye.. Em ê rojên pêş biryara xwe bi nav jî bi awayekî zelal ji raya giştî re ragihînin.”
Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî li ser bi navê Partiya Kesk a Çep (Yeşiller Sol Parti) ketina hilbijartinan diyar kir ku ji ber metirsiya li ser girtina HDPê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve nedibû ew hilbijartinan bixin xeterê.
Sancar got: “Ketina hilbijartinê ya bi navê HDPê xetere bû lewma biryar hate dayîn ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de bikevin hilbijartinê”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin